Li Damal û Hanaka navçeyên Erdexanê ji ber berfa zêde wê îro dibistan girtî bin.
Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Erhun Bulut diyar kir ku li navçeyên Hanak û Damalê û li herêma Kurtkaleya ser Çildirê îro li dibistanan wê perwerdehî neyê kirin.
Ji hêla din va li bajêr ji ber pûk û berfa zêde di çûn û hatinê da zehmetî çêdibe.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û yên Rêbejayê li herêmên berf zêde ye xebatên xwe didomînin û rêyan paqij dikin.
AA