Li 4 bajaran xwendingeh hatin tetîlkirin

Li tevahiyê Diyarbekir, Siirt û Mardinê û 3 navçe û navenda Şırnakê ji ber berfê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Li 4 bajaran xwendingeh hatin tetîlkirin

 Li tevahiyê Diyarbekir, Siirt û Mardinê û 3 navçe û navenda Şırnakê ji ber berfê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê da hat destnîşankirin ku li gor daneyên meteorolojîk li tevahiyê bajêr berfê dewam bike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber berf, cemed û hewayê li tevahiyê bajêr xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin, karker û karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew ê tetîlê bikin.

-Siirt

Li Siirtê ji ber rewşa hewayê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Berf li tevahiyê bajêr bi navber dibare û welatî tengasiyê dikişînin.

Ji ber berfê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

- Mardin

Li Mardinê ji ber rewşa hewayê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Mardinê da hat destnîşankirin ku li gor daneyên meteorolojîk li tevahiyê bajêr berfê dewam bike.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku dibistanên sretayî, dibistanên navîn û lîseyên li bajêr ji bo rojekê hatin tetîlkirin, karker û karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew ê tetîlê bikin.

- Şırnak

Li navend û 3 navçeyên Şırnakê ji ber berf û bagerê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku li bajêr û navçeyên li hêlên bilind barîna berfê dewam dike.

Hat diyarkirin ku li navenda Şırnakê û Güçlükonak, Uludere û Beytüşşebapê ji ber berf û bagerê rojekê navber dan perwerdeyê, karker û karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew ê tetîlê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE