Li Hamura navçeya Ağrıyê dibistanên gundan ji ber berf û bagerê rojekê hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 76 gundan hat girtin.
Hat gotin ji bo ku rê bên vekirin tîm bi makîneyên kar va dixebitin.
Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê jî daxuyand dibistanên gundan ji ber berf û bagerê rojekê hatin tetîlkirin.
Esnafên kargehên wan hene jî bi zehmetî çûn ser karê xwe.
Welatî Yavuz Akçan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hewa sar e, berf û bager jî di ser da jiyanê zehmetir dike.
AA