Li Batmanê perwerdeya noqarî û avjeniyê

Ciwan him hînî avjeniyê dibin him jî dibin xwedî meslek.

Li Batmanê perwerdeya noqarî û avjeniyê

Li Batmanê ji bo ciwanan perwerdeya noqarî û avjeniyê tê dayîn. Ev perwerde bi piştgiriya bernameya piştevaniyê ya pêşektina civakî ya wezareta pîşesazî û teknolojiyê tê lidarxistin. Ciwan him hînî avjeniyê dibin him jî dibin xwedî meslekê canxelasiyê.

Li hewza olîmpîk a Midûriyeta Ciwanî û Sporê ya Batmanê perwerdeya noqarî û avjeniyê tê dayîn.

45 ciwanên temenê wan di navbera 18 û 36an de tev li vê perwerdeyê dibin.

Ciwan li vir hînî noqarî û avjeniyê dibin.

Bi cil û bergên taybet û bi tûpê oksîjenê di bin avê de fêrî vî karî dibin.

Ligel noqariyê ew hînî avjeniyê jî dibin û bi awayekî pispor dibin canxelaskar.

Canxelaskarî li her derê cîhanê meslekekî girîng û hêja ye.

Ev projeya perwerdeyê 15 mehan wê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE