Li navenda Bidlîsê û 4 navçeyên wê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, navber dan perwerdeyê.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li seranserê bajêr ji ber zêdebarîna berfê û şert û mercên neyênî yên hewayê, tedbîr hatine sitendin.
Hat ragihandin ku li navend û herwiha li navçeyên Tetwan, Mutqî, Guroymak û Hîzanê li hemî dibistanan 9ê adarê roja çarşambeê tatîl e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam dê weke bi îzna îdarî bên hesêb.
AA