Li çar aliyê Türkiyeyê dibistan vebûn

Ji ber şewba Kovîd-19ê li dibistanan bi qasî sal û nîvekê perwerde ji dûr va hat dayîn û li ser tewdîrên berfireh û aşîkirinan îsal heyama perwerdeyê di 6ê Îlona 2021î da dest pê kir.

Li çar aliyê Türkiyeyê dibistan vebûn

Li çar aliyê Türkiyeyê nêzî 18 milyon xwendekar piştî tetîla navberê îro dest bi perwerdeyê kirin.

Ji ber şewba Kovîd-19ê li dibistanan bi qasî sal û nîvekê perwerde ji dûr va hat dayîn û li ser tewdîrên berfireh û aşîkirinan îsal heyama perwerdeyê di 6ê Îlona 2021î da dest pê kir.

Xwendekarên ku ev demek dirêj bû ji dûr va û li mal perwerde didîtin ji îlonê heta 15ê Mijdara 2021ê perwerdeya xwe li dibistanan domandin.

Navbera ewil a heyama perwerdehî û hîndekariya 2021-2022an di 15ê Mijdarê da dest pê kir û îro qediya û xwendekaran jî piştî hefteyekê careke din dest bi perwerdehiya xwe kirin.

Ji ber tetîla navberê perwerdehiya bo pêşvebirina pîşeyê jî ji dûr va dan mamosteyan.

Li seranserê welêt 850 hezar pol hene û bi tenê ji ber şewba Kovîd-19ê li 66 polan perwerdehî ji dûr va wê bê dayîn û li yên mayîn perwerdehiya rûbirû wê dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE