Xwendekar derketin çiyayê Nemrûdê û him ji aliyê dîrokî him jî xwezayî ve lêkolîn kir.
Wekî din çîrokên derheqê çiya de jî guhdar kirin.
Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Tatwanê, ji bo him bêhna xwendekaran li xwezayê derkeve, him jî agahiyên wan ên teorîk xurttir bibe xwendekar şandin Çiyayê Nemrûdê û gola Kraterê.
Mamosteya wan a Agahiyên Civakî, ji wan re behda girîngiya û taybetiya çiyê kir.
Xwendekar ji çalakiyê gelek memnun man û gotin ku bi vî awayî bêtir hîn dibin.