Li Cizîrê avakirina 8 xwendingehan dewam dike

Davut Sînanogluyê Qaymeqamê Cizîrê li 8 xwendingehên avakirina wan dike lêkolîn kir

Li Cizîrê avakirina 8 xwendingehan dewam dike

Davut Sînanogluyê Qaymeqamê Cizîrê li 8 xwendingehên avakirina wan dike lêkolîn kir.

Sînanogluyê Qaymeqam bi Mevlît Gayîrînalê Midûrê Şaxê yê Perwerdeya Neteweyî ra li xwendingehên ji 24 polan pêk tên ên bi 92 milyon û 173 hezar lireyî dibin mal lêkolîn kir û der barêxebatan da ji rayedaran agahî sitand.

Sînanoglu daxuyanî da û got telîmat da ku bi lez xebatên xwe bimeşînin û wiha pê da çû: "Avakirina 2 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û lîseyeke li Taxa Qonaxê tên çêkirin ew ê di demeke nêz da were temakirin. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseya li avahiyên TOKIya Dîrsekliyê tên çêkirin jî ew ê di demeke kin da were temamkirin û em ê wan jî ji xizmetê ra vekin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 11:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE