Hemû dibistanên li navçeya Nisêbînê, li Qiziltepe û Artukluyê jî dibistanên ku nêzî sînor in ji bo 3 rojan hatin tetîlkirin.
Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û bi bîr xist ku Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê ji bo korîdora terorê ya hewl tê dayîn li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê bê avakirin ji holê rabike û li herêmê aştî û aramiyê bi cih bike dabû destpêkirin didome. Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li navçeya Nisêbînê hemû dibistan, li navçeya Qiziltepe û Artukluyê jî dibistanên ku nêzî sînor in ji bo 3 rojan hatin tetîlkirin.
Hefteya borî jî dibistanên li navçeya Nisêbînê û dibistanên li taxên Şenyurt û Akdogan a ser navçeya Qiziltepeyê ne ji bo 2 rojan hatibûn tetîlkirin.
AA