Li dibistanê hilberîna kuvarkan

Kuvarkên ku li qeta jêr a dibistanê çandibûn niha kom dikin...

Li dibistanê hilberîna kuvarkan

Li Sîwerega Rihayê xwendekarên Lîseya Anadolê ya Teknîk û Meslekê, di qata herî jêr a dibistanê de dest bi hilberîna kuvark, karî, kuftilîlikan kiribûn. Xwendekarên Sîweregî niha kuvarkên xwe kom dikin.

Xwendekarên Lîseya Anadolê ya Teknîk û Meslekê ya Sîwerega Rihayê di qata herî jêr a dibistanê de dest bi hilberîna kuvarkên îstîrîdyeyê kiribûn.

Karî ewilî ji bo ceribandinê hatin danîn. Lê pişt re lê nêrîn kuvarkên wan gelek baş digihên.

Xwendekar bi mamosteyên xwe re niha jî kuvarkên xwe kom dikin. Kariyên tên komkirin wê li hewcedaran bên belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE