Ji ber Kovîd-19ê piştî sal û nîvekê perwerdeyê di serdema 2021-2022yê da dest pê kir. Perwerdeya di 6ê îlona 2021ê da dest pê kiribû rû bi rû hat temamkirin.
Betlaneya nîva ewil ew ê di 15ê mijdarê da dest pê bike û di 19ê midarê da xilas bibe. Xwendekarê beriya betlaneyê sibê cara dawîn têkevin dersên xwe.
Di betlaneya nîva ewil da mamosteyê perwerdeya pêşketina meslekî bibînin. Mamosteyê di vê dîrokê da neyên xwendingehan ji dûr va dersê bibînin û wekî destûrhildayî werin qebûlkirin.
Mahmut Ozerê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî diyar kir ku xwendekarê di betlaneyê da bîna xwe bidin.
Piştî navberê xwendingehê hetanî 21ê rêbendana 2022yan vekirîbin û xwendingehê di navbera 24ê rêbendanê û 4ê sibatê da tetîl bin.
AA