Li dibistanan dersên bijarte

Egıtîm bîr sen’a şaxa Diyarbekirê jî kampanyaya “ez dînê xwe û zimanê xwe hîn dibim” li dar xist.

Li dibistanan dersên bijarte

Li dibistanan pêvejoya dersên bijarte dewam dike. Egıtîm bîr sen’a şaxa Diyarbekirê jî kampanyaya “ez dînê xwe û zımanê xwe hîn dibim” li dar xist. Zarokên kurdan li mekteban ligel dersên olî zimanê xwe yê dayikê jî hîn dıbın.

Li dibistanên fermî û yên taybet pêvejoya qeydên bijarte dewam dike.

Egitim Bîr Sena Şaxa Diyarbekirê jî ji bo van dersên bijarte yên weke, Qurana pîroz, jiyana pêxember, zanista Îslamê û kurdî kampanya li dar xist.

Li çar aliyên bajêr bi afîşên, “Ez dînê xwe û zimanê xwe hîn dibim” welatî tên agahdar kirin.

Hikûmeta AK Partiyê li dijî polîtîkayên asîmilasyon û înkarê têkoşînek mezin da. Êdî zarokên kurdan di mektebên dewletê de dikarin zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin.

Malbat û xwendekar ji vê xizmet û derfeta ku dewletê daye kêfxweş in û dixwazin di dibistanan de ev ders bêtir werin dayîn.

Malbat dikarin heta 9ê Çileyê dersên bijarte yên weke olî, kurmancî û zazakî hilbijêrin.

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 11:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE