Eğîtîm Bîr Sen li Diyarbekirê jî kampanyaya “Ez dînê xwe û zimanê xwe hîn dibim” li dar xist. Zarokên kurd di mektebên dewletê de Qurana pîroz, jiyana pêxember û zimanê dayikê hîn dibin.
AK Partıyê li dijî polîtîkayên asîmilasyon û înkarê têkoşîneke mezin kir.
Êdî zarokên kurd di mektebên dewletê de dikarin zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin.
Li dibistanên fermî û yên taybet pêvajoya qeydên dersên bijarte dewam dike.
Egitim Bîr Sen a Diyarbekirê jî ji bo van dersên bijarte yên weke, qurana pîroz, jiyana pêxember, zanîsta îslamê û kurdî kampanyayek li dar xist.
Serokê Şaxa Eğitim-Bir- Sen’ê yê Diyarbekirê Ramazan Tekdemir der heqê kampanyayê de axivî.
Li çar aliyên bajêr bi afîşên, “Ez dînê xwe û zimanê xwe hîn dibim” welatî derbarê dersan de tên agahdarkirin.
Malbat dikarin heta 22yê Çileyê dersên bijarte yên weke dîn, kurmancî û zazakî hilbijêrin.