Li Dibistanan hazirî tên kirin

Ji bo hişyariyê li ser dîwarên mektebê resm çêkirin

Li Dibistanan hazirî tên kirin

Navenda ciwanan a Mûşê ji bo ku xwendekar li mektebê tevdîrên koronayê ji bîr nekin, li ser dîwaran hişyarî nivîsandin, resm çêkirin. Ciwan dixwazin di demekê kin de rewş bibe wekeşî berê.

Xwendekarên dibistana seretayî, xwendekarên pola 8em û 12em, wê dest bi dibistanê bikin.

Ji bo tevdîrên koronayê li mekteban, xebatan dest pê kir.

Li Mûşê, endamên Navenda Ciwanan ji bo ku talûkeya koronayê bi bîr bixin û wan hişyar bikin dîwarên mektebê boyax kirin.

Li ser dîwaran hişyarî nivîsandin..

Bi resman bala wan kişandin ser nexweşiyê.

Ciwan dixwazin li mektebê talûke nemîne û ew jî di demekê kin de dest bi dersên xwe bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE