Ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) li dibistanan perwerdeya rûbirû ji bo pêşdibistan û pola 1emîn a dibistana seretayî bi awayê ku di hefteyê da rojekê be, hat destpêkirin.
Dibistanên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji adarê vir va girtî ne, di çarçoveya tedbîrên ku hatin wergirtin da deriyên xwe ji bo pêşdibistan û pola 1emîn a dibistana seretayî vekirin.
Serdema nû ya hîndekarî û perwerdeyê ji ser TRT EBA, EBA û dersên zindî ra bi rêya perwerdeya jidûrva 31ê tebaxê hatibû destpêkirin. Di hefteya yekemîn a dibistanê ya di navbera 21-25ê îlonê da di çarçoveya bernameya hînbûnê da perwerdeya rûbirû dê li pêşdibistan û pola 1emîn a dibistana seretayî rojekê were kirin.
Beşdariya xwendekar a ji bo perwerdeya rûbirû mecbûrî nîne û dê û bavên bixwazin jî bêyî ku bi nivîskî serîlêdanekê bikin, dê bikaribin xwendina zarokên xwe bi rêya perwerdeya jidûrva bidomînin.
Bernameya hînbûnê ya li dibistanan ku dê di 21-25ê îlonê were kirin da, rêveberiya dibistanê û mamoste dê bi hev ra biryarê bidin ka perwerde dê kîjan rojê were kirin. Herwiha perwerdeya hefteya hînbûnê ya li pêşdibistnan wekî 5 çalakiyên 30 deqîqeyî dê bê kirin, ya li pola yekemîn a dibistana seretayî jî dê wekî 5 dersên 30 deqîqeyî ku 10 deqîqe jî navber dê hebe, dê bê kirin. Ev bername jî dê di nava rojekê da were cîbicîkirink.
Ji bo ku di navberan da jî xwendekar pabendî mesafeya civakî bibin, hişyarî û rêberiya pêwîst dê were pêkanîn.
Piştî hefteya hînbûnê, her wiha ji hefteya 28ê îlonê-2yê cotmehê pê va jî perwerdeya rûbirû, hefteyê dê 2 rojan wekî 5 dersên 30 deqîqeyî were kirin. Di navbera dersan da jî 10 deqîqe navber dê hebe.
AA