Li dibistanan perwerdeya rûbirû îro dest pê kir

Li dibistanan perwerdeya rûbirû îro dest pê kir

 Li tevahiya Tirkiyeyê ji bo Kovîd-19ê tevdîr hatin hildan û li dibistanan hemû amadehî hatin kirin û ji îro pê va di hefteyê da 5 rojan perwerdeya rûbirû  dest pê kir.

Di çarçoveya amadehiyên sala nû ya perwerde û hîndekariyê da xwendekarên pêşdibistanê û yên pola yekem a dibistana seretayî di 1-3yê îlonê da li dibistanan beşdarî perwerdeya hînbûna dibistanê bûn. Di vê çarçoveyê da 2 milyon û 359 hezar û 422 xwendekaran 165 hezar û 450 mamoste ketin dersê.

Li tevahiya welêt 18 milyon xwendekarên hemû qedem û polan û milyonekî zêdetir mamoste wê wekî beriy şewbê ji sibehê pê va 5 rojan beşdarî perwerdeya rûbirû bibin. Bi destpêka perwerdeya rûbirû ra li tevahiya Tirkiyeyê li dibistan û saziyan tevdîrên Kovîd-19ê hatin hildan û di çarçoveya tevdîran da kantîn, xwaringeh û pansiyon jî wê vebin.

Ji nêzî 58 hezar dibistanan ra di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da seba maske, dezenfektan û pêdiviyên paqijiyê 650 milyon lire pere hat şandin, 113 hezar personelên paqijiyê hatin wezîfedarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE