Li Diyarbakirê projeya mînak

Mamosteyên fedakar bi dersên dijîtal xwendekaran hazirî ezmûnan dikin

Li Diyarbakirê projeya mînak

Xwendekar ji ber şewba koronayê li malê li ser EBA tv’yê ji dûr ve ders dibînin. Midûriya perwerdeya diyarbekirê jî ji bo xwendekarên ku amadehiya îmtihanan dikin dest bi projeyeke mînak kir. Mamoste vîdeoyên dersan hazir dikin û li ser platforma medyaya civakî par ve dikin. Xwendekar jî bi saya dersên dijîtal amadehiya ezmûna lgs û ayt’yê dikin.

Mamosteyên fedakar her roj dertin hemberê kamereyan û ji bo xwendekarên xwe dersan didin.

Ji ber vîrûsa koronayê dibistan hatin girtin û xwendekar ji dûr ve perwerdeyê dibînin. Lê ev sepandin ji bo xwendekarên ku amadehiya ezmûnan dikin têr nake.

Midûriya Perwerdeya Diyarbekirê li Lîseya Enedol Teknîk û Pîşesaziyê ji bo dersên dijîtal studyoyek amade kir.

Mamoste bi dorê dertên hemberê kamereyan û dersên îmtihana LGS û AYT’yê didin.

Dersên ku bi kamereyan tên kişandin piştî pevxistinê tên barkirin platforma medyaya civakî.

Heke xwendekar li dersên dijîtal temaşe bikin wê krîza koronayê ji wa re bibe firsenedeke mezin.

Ji xeynî xwendekarên Amedê hemû xwendekar dikarin li ser medya civakî li van dersan temaşe bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE