Li Diyarbakirê şampiyonên LGS’ê

12 xwendekaran 500 tam puan hildan û bûn yekemîn

Li Diyarbakirê şampiyonên LGS’ê

Ne kurs, ne jî fêrgeh.. li Diyarbekirê 12 wendekar digel hemû zehmetiyan ketin ezmûna lgsê û bûn şampiyonên Tirkiyê.

Şert û mercên xwendekarên Amedê ne baş bûn, lê belê di ezmûnê de bi xîret derketin.

12 Xwendekaran di Ezmûna Derbasbûna Lîseyê da 500 tam puan hildan û bûn şampiyon.

Lê gelo ji bo serfiraziyê çi kirin çawa şixulîn. Şampiyonan behsa çîroka xwe kir.

Xelatên şampiyonên LGSê mezin in û dixwazin di Lîseya Galatasarayê de bi cih bibin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Diyarbekirê Veysel Taşçier xwendekarên serfiraz û mamosteyên îdealîst li meqamê xwe qebûl kirin û plaket diyariyê wan kirin.

Ji aliye din ji Sariqamişa Qersê xebereke pir xweş hat.

Du birayên cêwî, Adil û Yunus Karadağ di LGS’ê de serkeftineke mezin bi dest xistin.

Adil hemû pirs çêkirin û 500 tam puan girt. Yunus jî bi performanseke baş, 469 puan stend.

Dê û bavên wan jî bi wan serbilind in.

Dîroka nûkirinê: 27 Hezîran 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE