Li Elazığê ji cendirmeyê bo mexdûrê erdhejê yê astengdar surprîz

Li Elazığê malbata ku erdhejê lê da û herwiha di heman demê da zarokekî wan jî astengdar e, bi destê alîkariyê yê cendirmeyê va beşerxweş bû.

Piştî erdheja bi mezinahiya 6,8an ku navenda wê Sivriceya navçeya Elazığê bû, Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, gund di serî da bi hawara malbatên mexdûr dikin û hewil didin ku barê wan hinekî sivik bikin. Herwiha ekîb destê alîkariyê didin malbatên li navenda bajêr jî.

Cendirmeyê gava pê hisiya ku mala yekqatî ya malbata Tekocakê ya li Taxa Aksarayê di erdhejê da tep bû, ji bo malbatê surprîz kir.

Eskerên ku çûn hawara malbatê, li hewşa malê konek vegirt û xida, xurek û herwiha alavên pêwîstiyên sereke kirin hundirê konê.

Dîsa ji bo ku ji travmaya erdhejê derkeve, ekîban unîforma li Samet Tekocakê neferê astengdar ê malbatê kirin û bi wesayîtê Samet derxistin tûra bajêr. 

Surprîza personelê cendirmeyê, Samet di serî da, endamên malbatê kêfxweş kirin.

Herwisa malbata Tekocak jî sipasiya ekîbên cendirmeyê kirin ku di roja teng da halê wan pirsîn.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE