Li gorî benda nû tercihên beşên lîsans û pêşlîsansê

Benda TYT'ê ji 150an daket 140î û ya AYT/YDT'ê jî ji 180an daket 170î

Li gorî benda nû tercihên beşên lîsans û pêşlîsansê

Ji ber pandemiyê îsal gelek xwendekar nekaribûn baş bixebitin û di azmûnan de di bin bendê de man. Ji ber dijwariya azmûnê û pandemiyê benda tercîhan hat daxistin. Benda tyt'ê ji 150 daket 140î û ya ayt/ydt'ê jî ji 180 daket 170. Li gorî vê benda nû di tercîhên duyem de xwendekar dikarin tercîhên xwe bikin.

Azmûna Têketina Zanîngehan di Hezîranê de hatibû kirin. Lêbelê îsal ji ber pandemiyê û dijwariya azmûnan gelek xwendekar dibin bendê de man û nekarîn tercîhan bikin.

Saziya Hilbijartin û Bicîkirina Xwendekaran OSYM jî ji bo xwendekar saleke din nesekinin biryarek nû da.

Serok Erdogan ragihand ku benda TYT'ê ji 150 daxistine 140î û ya AYT/YDT'ê jî ji 180 daxistine 170.

Li gorî vê benda nû piştî tercîhan dê xwendekar di tercîhên duyem de bikaribin beşên lîsans û pêşlîsansê tercîh bikin.

Tercîhên ewil di 20ê Tebaxê de bi dawî dibe û piştî wê ji aliyê OSYM'ê ve dê teqwîma tercîhên duyem were diyarkirin.

Bi vê yekê hem dê bêtir xwendekar bi cî bibin hem jî dê kontenjanên vala yên zanîngehan werin tijekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE