Li gundan înterneta mobîl

Xwendekarên gundan wê bi înterneta mobil beşdarî EBA’yê bibin...

Li gundan înterneta mobîl

Li Şırnakê ji bo perwerdeya li ser înternetê projeya EBA’ya Mobîl dest pê kir. Wesaîta EBA’yê li 22 gundan digere ku xwendekar beşdarî EBA’yê bibin û ji dersên xwe nemînin.

Ji ber şewbê perwerde li ser înternetê, bi bernameya EBA’yê tê kirin. Lêbelê li gelek gundan derfeta înternet û perwerdeya online tune.

Li Şırnakê ji bo xwendekarên gundan ku nikarin tevlî EBA’yê bibin xebatek hat kirin.

Wesaîtek bi sîstema EBA û înternetê hat amadekirin. Wesaît her roj diçe gundekî û rojê 8 saetan piştgiriya perwerdê dide zarokan.

Mıdûra Perwerdeya Bakêr Nazan Şener got, ‘’Li tevahiya bajêr 42 hezar xwendekarên me jê îstifade kirin. Lê 12 hezar xwendekarên me yên li gundan hene. Bi saya vê xebata EBA’yê em xwe digihînin wan. Wesaîta me ya EBA’ya Mobîl bi mamosteyekî me re diçe gundan û 8 saetan piştgiriyê dide xwendekaran.’’

Rayedaran got, wesaîta EBA’ya Mobîl wê li 22 gundên Şırnakê bigere û piştgiriyê bide zarokan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE