Li Hasköyê cihên EBA’yê hatin avakirin

Xwendekarên tax û gundan li xalên EBA’yê tevlî sîstema EBA’yê dibin

Li Hasköyê cihên EBA’yê hatin avakirin

Li Hasköya Muşê ji bo xwendekarên tax û gundan ên ku nikarin tevlî sîstema EBA’yê bibin, projeyek hate amadekirin. Di projeyê de nêzî 40 hezar xwendekarên tax û gundan bi veguhastina komî li xalên EBA’yê tên komkirin. Paşê jî li ser EBA’yê tevlî perwerdeyê dibin.

Pêşî li ber derî germahiya leşê wan tê pîvan, dûv re li hundir li ser kompîtûrê beşdarî perwerdeya li ser sîstema EBA’yê dibin.

Ev dîmen ji xaleke EBA’yê ya li Hasköya navçeya Muşê ne.

Midûriyeta Perwerdeyê ya Hasköyê ji bo xwendekarên tax û gundan ên ku nikarin tevlî sîstema EBA’yê bibin, projeyek amade kir.

Di projeyê de xalên Tora Înformatîk a Perwerdeyê hatin sazkirin.

Dûv re jî xwendekarên gundan bi veguhastina komî hatin anîn xalên EBA’yê û xwendekar bi hêsanî beşdarî sîstemê bûn.

Hat eşkerekirin ku heta niha 4 hezar xwendekar beşdarî perwerdeya li ser kompîtûrê bûne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE