Li Batman, Mêrdîn û Sêrtê xwendekaran qerneyên sala perwerde û hîndekariyê ya 2021-2022yan sitandin.
Li Dibistana Pîşeyî ya Perwerdeya Taybet a Batmanê 55 xwendekarên astengdar ji ber ku qerneyên distînin kelecanî bûn.
Midûrê Dibistanê Zeki Aslan û mamosteyên polan, qerneyên xwendekaran belav kirin.
Xwendekar Îkbal Kamiloglu û Eyup Oral diyar kirin ji ber ku qerneyên xwe wergirtin pir kelecanî bûn.
Mêrdîn
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê li Taxa Şenyurtê ya li ser sînorê Sûriyeyê, li Dibistana Seretayî û Navînî ya Şenyurtê merasima qernebelavkirinê hat kirin.
Xwendekarên ku qerneyên xwe wergirtin, kêfxweşiya xwe bi malbatên xwe ra parve kirin.
Midûrê Dibistanê Şakir Aydogan diyar kir ku di avahiya wan a perwerdeyê ya ku îsal ket xizmetê da 235 xwendekar û 17 mamoste hene.
Aydogan wiha axivî, "Sala îsal baş û aram derbas bû. Me û xwendekarên me ji ber belavkirina qerneyên em kelecanî bûn."
Xwendekarê pola yekemîn Merdan Eren Aydogan diyar kir, ew pir kêfxweş e ku wî karneya xwe sitand.
Sêrt
Li Sêrtê jî 91 hezar û 278 xwendekarên dibistanên pêşdibistan, seretayî û navîn qerneyên xwe sitandin û ketin tetîla havînê.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Deniz Edip, alîkarê wî Şahabettin Olgaç û peywirdarên din beşdarî merasima li Dibistana Komarê ya li navendê bûn.
Edip li polan geriya, qerneyên xwendekaran dan wan û digel dê û bavên xwendekaran sohbet kir.