Li hewşa dibistanê perwerdeya EBA’yê

Navenda Ciwaniyê ya Ercişê ji bo xwendekaran sîstema perwerdeyê ava kir

Li hewşa dibistanê perwerdeya EBA’yê

Lı Ercişa Vanê, navenda ciwaniyê ya navçeyê ji bo perwerdeya xwendekaran, li hewşa dibistaneke taxê sîstema EBA’yê ava kir. Bi vî awayî xwendekarên ku li mala wan kompîtûr tune ne, beşdarî dersên sîstema EBA’yê bûn.

Pêşî sireyên xwendekaran derxistin hewşa dibistanê,

Dûv re ji bo perwerdeyê kompîtûr danîn ser wan,

Paşê jî xwendekarên biçûk yek bi yek li ser sireyan rûniştin.

Navenda Ciwaniyê ya Ercişê li Dibistana Seretayî ya Îşbaşiyê ji bo xwendekarên ku li mala wan kompîtûr tüne ne, sîstema EBA’ê ava kir.

Xwendekar li gorî tevdîrên li dijî koronayê hatin xistin hewşê, paşê jî yeko yeko li ser sireyan hatin bicihkirin.

Xwendekarên biçûk him li waneyên EBA’yê temaşe kirin, him jî li dersên xwe xebitîn.

Bi vî awayî xwendekarên biçûk ji perwerdeyê dûr neketin.

Her wiha li xwendekarên ku li ser dersan dixebitin jî, xelatên biçûk hatin belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE