Ji ber barîna zêde ya berfê li hin parêzgeh û navçeyan dibistan hatin tetîlkirin.
Bidlîs
Li navenda Bidlîsê û navçeyên wê Tetwan, Xelat, Guroymak û Hîzanê ji ber barîna zêde ya berfê dibistanên razemenî ne tê da hemû dibistan ji bo 24ê Adarê roja pêncşemê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da her wisa hat diyarkirin, ji personelê saziyên qamûyê yên astengdar û hemle ra jî îzna îdarî hat dayîn.
Mûş
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, ji bo 24ê Adarê roja pêncşemê li tevahiya parêzgehê dibistan hatin tetîlkirin, ji personelê saziyên qamûyê yên astengdar û hemle ra jî îzna îdarî hat dayîn.
Erzirom
Li bajêr berfa ku ev demek e dibare vegerand bagerê. Lewma li navçeyên Yakutiye, Palandoken, Aziziye, Pasinler, Xinis, Qereyazî, Tortum, Çat, Aşkale, Şenkaya, Tekman, Koprukoy û Qereçobanê hemû dibistan ji bo 24ê Adarê roja pêncşemê hatin tetîlkirin.
Erdexan
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Erdexanê Erhan Bulut diyar kir, li navçeya Goleyê barîna berfê zêde bû û wiha got, "Lewma me li Goleyê hemû dibistanên pile yek û navînî tetîl kirin."
Qers
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin, li navenda Qersê û navçeyên Sariqamîş û Dîgorê ji ber berf û bagerê hemû dibistan ji bo 24ê Adarê roja pêncşemê hatin tetîlkirin.
Erzingan
Li 2 navçeyên Erzinganê perwerdeya ji bo xwendekarên ku ji dûr tên, li navçeya Otlukbeliyê jî hemû dibistan hatin tetîlkirin.
AA