Li navenda Bidlîsê û Tetwan û Mûtkiya navçeyên wê ji ber berf û seqemê dibistan ji bo îro hatin tetîlkirin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku li hemû saziyên perwerdehiyê yên li navenda Bidlîsê û Tetwan û Mûtkiyê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku jinên ducanî û astengdar ên ku karmend in jî wê bi destûr bên hesibandin.
Li Başqeleya navçeya Wanê û Hîzana navçeya Bidlîsê jî ji ber berf û seqemê îro hemû dibistan hatin tetîlkirin.
Li Erdexanê jî navenda bajêr ne tê da li navçeyên Hanak, Damal, Çildir, Posof û Goleyê ji ber berfa zêde dibstan hatin tetîlkirin.
AA