Li Başqeleya navçeya Wanê ji ber rewşa hewayê xwendingeh ji bo îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya qaymeqamtiyê da hat diyarkirin ku ji ber berfa zêde dibare û bagera radibe pêşdibistan, dibistanên seretayî û dibistanên navîn û lîse ji bo 100 sibatê roja înê hatin tetîlkirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku personelên astengdar û ducanî jî ew ê bi destûr werin qebûlkirin.
Îdir
Li hinek gundên Îdirê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, sibe dibistan tatîl in.
Berfa ku li herêmê dibare li hinek cî û waran bandora xwe zêde kir.
Ji ber barîna berfên li gundên Gokktaş, Aşagi Çiyrikli, Yukari Çiyrikli, Yenikoy, Helîmcan, Pîrlî, Surmelî, Halikişlak, Abbasgol, Doganyurt, Gulahmet û Kizilkelefeyê dê sibe perwerde neyê kirin.
Ji aliyekî din ve li cihên bilind ên ku berf li wan dibare bahoz û bager bi bandor e.
Agirî
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê li seranserê bajêr ji ber zêdebarîna berfê û şert û mercên neyênî yên hewayê, tedbîr hatine sitendin.
Hat ragihandin ku li navend û herwiha li navçeyên Eleşkirt, Xamûr û Taşliçayê, li hemî dibistanan 11ê sibatê roja îniyê tatîl e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam dê weke bi îzna îdarî bên hesêb.
Erzincan
Li Erzincanê ji ber şert û mercên hewayê li 3 navçeyan hemû xwendingeh hatin tetîlkirin.
Waliyê Erzincanê Mehmet Makas ji ser hesabê xwe yê medaya civakî daxuyand ku xwendingehên li navçeyên Tercan, Çayirli û Otlukbeliyê ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Walî di daxuyaniya xwe da got: "Ji ber şert û mercên hewayê 11ê Sibatê roja înê li navçeyên me yên Tercan, Çayirli û Otlukbeliyê ji bo rojekê dibistan hatin tetîlkirin. Jinên ducanî yên karmend û karmendên astengdar jî wê bi destûr bên hesibandin."
AA