Li hin bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li navçeyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê tedbîr hatine sitendin û hişyariya mij, qeşa û aşît hat dayin.

Li hin bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê

Muş

Li Muşê ji ber zêdebarîna berfê navber dan perwerdeyê.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li navçeyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê tedbîr hatine sitendin û hişyariya mij, qeşa û aşît hat dayin.

Hat ragihandin ku ji ber zêdebarîna berfê li hemî saziyên perwerdeyê 19ê çileyê roja çarşembê tatîl e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam dê weke bi îzna îdarî bên hesêb.

Kars

Li Qersê ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr îro dibistan hatin tetîlkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ji ber ku li bajêr û navçeyan berf dibare û ji ber rewşa hewayê ya nebaş, li tevahiya bajêr perwerde û hîndekarî 19ê rêbendanê roja çarşemê hat tetîlkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku personelên astengdar û ducanî yên saziyên qamuyê jî wê îro destûrgirtî werin hesibandin.

Erzîngan

Hat ragihandin, li Erzinganê ji ber barîna berfê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Walî Mehmet Makas di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku li bajêr şertên neyînî yên hewayê bi bandor e û wiha got, "Li seranserî parêzgeha me ji ber şertên neyînî yên hewayê 19ê Rêbendanê roja Çarşemê hemû dibistanên me ji bo rojekê hatin tetîlkirin. Ji personelê qamûyê yê astengdar û ducanî re jî destûra îdarî hat dayîn."

Mêrdîn

Li Mêrdînê ji ber berfa dibare ji bo rojekê navber dan perwerdeyê.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ji ber rewşa hewayê li tevahiyê bajêr xwendingeh bo rojekê tetîl kirin.

Personelên dewletê yên ducanî û astengdar jî ew jî bi destûr werin hesibandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE