Li Mûşê ji ber berfa dibare xwendingeh ji bo îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin ku li bajêr rewşa hewayê xirab bû.
Di daxuyaniyê da ji bo mij, qiravî û cemedê welatî hatin hişyarkirin û hat diyarkirin ku li gor qanûna Îdareya Bajêr li bajêr ji bo îro xwendingeh hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xebatkarên dewletê yên astengdar û bizaro jî ew ê bi destûr werin qebûlkirin.
Hekarî
Li Hekariyê ji ber berfa dibare û rewşa hewayê xwendingeh ji bo îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya li ser medyaya civakî ya Walîtiyê da hat diyarkirin ku bi biryara walîtiyê li navenda bajêr û Yuksekovayê xwendingeh ji bo îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xebatkarên dewletê yên astengdar û bizaro jî ew ê bi destûr werin qebûlkirin.
Erzincan
Li 7 navçeyên Erzincanê perwerdeya bi birin û anînê û li Çayirliyê jî hemû xwendingeh ji ber berfa dibare û rewşa hewayê ji bo îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr da hat diyarkirin ku li bajêr ev demek e berf dibare û rewşa hewayê jî xirab e.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Çayirliyê hemû xwendingeh, li Kemah, Kemaliye, Îlîç, Refahiye, Uzumlî, Tercan û Otlukbeliyê jî xwendingehên ku xwendekar bi wesayîta diçin û tên îro hatin tetîlkirin.
Îdir
Li Îdirê ji ber berfa dibare û rewşa hewayê xwendingeh hin gundan ji bo îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr da hat diyarkirin ku ji ber berfa duh tesîra xwe zêde kir û dewam dike rêya hin gundên li herêmên bilind hat girtin û wekî mayîn li rêyan jî cemed çêbû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber vê jî xwendingehên li gundên Ciwanliya Jêrê, Ciwanliya Jorê, Osmankoy, Saribulaq, Abbasgol û Qatirliyê ji bo îro hatin tetîlkirin.
AA