Li hin navçeyên Wanê dibistan hatin tetîlkirin

Li hin navçeyên Wanê ji ber berfê rojek navber dan perwedeyê.

Li hin navçeyên Wanê dibistan hatin tetîlkirin

Li her 3 navçeyên navendî yên Wanê li Îpekyolu, Edremît û Tuşbayê, ji berfê rojek navber dan perwedeyê.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê ji 3yê çileyê pê de li navçeyên Îpekyolu, Edremît û Tuşbayê, li dibistanên seretayî û navendî rojekê navberê didin perwedeyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personelên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam jî di bi îzin bên hesêb.

 Li Saraya navçeya Wanê ji ber barîna berfê rojek navber dan perwerdeyê.

Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Sarayê da hat diyarkirin, li navçeyê ji ber şertên neyînî yên hewayê 3yê Rêbendanê Duşemê dibistanên seretayî û navînî hatin tetîlkirin.

Li Gurpinara navçeya Wanê ji ber şertên neyînî yên hewayê rojek navber dan perwerdeyê.

Di daxuyaniya Qaymeqamtiyê da hat diyarkirin, li navçeyê ji ber şertên neyînî yên hewayê 3yê Rêbendanê Duşemê li dibistanên seretayî û navînî perwerde rojek hat rawestandin.

Li Ozalpa navçeya Wanê ji barîna berfê ji bo sibê navber dan perwerdeyê.

Li gorî daxuyaniya Qaymeqamtiya Ozalpê li navçeyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê 3yê çileyê roja duşembê li dibistanên seretayî 3u yên navendî navber ji bo perwerdeyê tê dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE