Li Iğdirê ji ber ku li mala hin xwendekaran pirsgirêka kanalên TRT û EBA tv'yê hebû, ji bo wan 20 mamoste hatin peywirdarkirin. Mamoste li malên xwendekaran digerin û ji wan re kanalên perwerdeyê eyar dikin.
Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de navber hat dayîn perwerdeyê.
Lê ji bo zarok ji perwerdeyê sar û dûr nebin Wezareta Perwerdeyê li ser kanalên TRT û EBA TV'yê bi weşanan pêvajoya perwerdeyê da destpêkirin.
Lê hin caran li mala xwendekaran di vekirina van kanalên perwerdeyê de pirsgirêk derdikevin.
Li Iğdirê ji bo vê yekê 20 mamoste hatin peywirdarkirin.
Mamoste yek bi yek diçin malên xwendekaran û di televizyon û kompîtûrên wan de kanalên perwerdeyê eyar dikin.