Li Midyada Mêrdînê lîseyeke nû ya 24 polî hat vekirin. Lîseya ku bi navê leşkerê şehîd mehmet sait bariş hat vekirin wê xizmetê bide 720 xwendekaran. Li bajêr ji bo vekirina lîseyê merasîmeke taybet hat lidarxistin. Malbata şehîd û gelek rêvebirên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Li Midyadê di warê perwerdeyê de gaveke girîng hat avêtin.
Di vê çarçoveyê de li bajêr lîseyeke nû ya 24 polî hat vekirin.
Lîseya ku bi navê leşkerê şehîd Mehmet Sait Bariş hat vekirin wê xizmetê bide 720 xwendekaran.
Ji bo vekirina mektebê bi beşdariya malbata şehîd merasîmeke taybet hat lidarxistin.
Bavê şehîd got: “Em gelek serfiraz in. Xwedê ji hemû kesên ku keda wan di vî karî de heye razî bibe.”