Li Midyadê di sala perwerde û hindekariyê ya 2018 û 2019an de wê bi temamî 18 dibistanên nû bên avakirin. Hîmên gelek dibistanan hatin danîn û xebatên înşeatan bênavber didomin. Çav li rê ne ku ev yek asta kalîteya perwerdê ya li navçeyê bilind bike.
Li Midyadê xizmet û xebatên ji bo perwerdê bênavber dewam dikin.
Zarok ji bo bi perwerdeyeke bikalîte û baştir bixwînin îsal dê li navçeyê 18 dibistanên nû bên çêkirin.
Hîmên gelek dibistanan hatin danîn û xebat jî didomin.
Midûrê Şûbeya Perwerdeyê Mehmet Selim Şahin xebat kontrol kirin.
Çav li rê ne ku dema dibistan xelas bibin wê ji bo zarokên li navçeyê perwerdeyeke baştir û bikalîte bê dayîn.