Li Midyatê perwerdeya zarokên sûriyeyî

Projeya dibistana havînê ya ji bo zarokên penaber bi merasîmekê bi dawî bû

Li Midyatê perwerdeya zarokên sûriyeyî

Li Midyata navçeya Mêrdînê ji aliyê wezareta perwerdeyê ve ji bo zarokên sûriyeyî “projeya dibistana havînê” hat çêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de zarok him hînî zimanê tirkî û xwendinê bûn him jî bi têra dilê xwe ji xwe re kêf kirin.

Ev der Midyada navçeya Mêrdînê ye.

Li Midyadê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve ji bo zarokên Sûriyeyî “Projeya Dibistana Havînê” hat amadekirin.

Di çarçoveya projeyê de 30 zarokên penaber him hînî zimanê Tirkî bûn him jî hînî xwendin û nivîsandinê bûn.

Piştî ku perwerde xelas bû jî, merasîmek hat lidarxistin.

Gelek rayedarên navçeyê û welatî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de ewil zarokan bi hev re govend gerandin, dûvre jî rahiştin xelatên xwe.

Mezinên zarokan jî ji bo perwerde û merasîmê gelek kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE