Li Midyatê tetbîqata erdhej û şewatê

Li Navenda Gel pêşî li ser erdhej û şewatê agahî hatin dayîn, paşê tetbîqat hat kirin.

Li Midyatê tetbîqata erdhej û şewatê

Li Navenda Perwerdeya Gel a Midyat’a Mardinê pêşî derbarê erdhej û şewatê de agahî hatin dayîn. Paşê jî tetbîqatek hat kirin. Gelek zarok û ciwan tevlî tetbîqatê bûn.

Navenda Perwerdeya Gel a Midyata Mardinê xebatên xwe yên li dijî felaketên xwezayî didomîne.

Herî dawî li Navenda Gel li hemberî erdhej û şewatê xebatek hat amadekirin.

Di xebatê de xwendekar pêşî derbarê şewat û erdhejê de hatin agahdarkirin, paşê jî tetbîqatek hat kirin.

Xwendekarên biçûk û ciwan di polên xwe de pozîsyona di dema erdhejê de ceribandin, pişt re jî li gorî hişyarî û agahiyan derketin derve.

Zarok dibêjin ku ew êdî dizanin di dema erdhej û şewatê de dê çi bikin.

Rayedarên Navenda Perwerdeya Gel dibêjin ku wê di rojên bê de jî xebatên wisa bên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE