Li Midyatê xizmetên ji bo perwerdeyê

Bi navê leşkerê şehîd Mehmet Sait Barış lîseyeke 24 polî hat vekirin.

Li Midyatê xizmetên ji bo perwerdeyê

Li Midyata Mardinê lîseyeke nû ya 24 polî hat vekirin. Lîseya ku bi navê Leşkerê Şehîd Mehmet Sait Barış hat vekirin wê xizmetê bide 720 xwendekaran. Li bajêr ji bo vekirina lîseyê merasîmeke taybet hat lidarxistin. Malbata şehîd û gelek rêvebirên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Li Midyatê di warê perwerdeyê de gaveke girîng hat avêtin.

Di vê çarçoveyê de li bajêr lîseyeke nû ya 24 polî hat vekirin.

Lîseya ku bi navê leşkerê Şehîd Mehmet Sait Barış hat vekirin wê xizmetê bide 720 xwendekaran.

Ji bo vekirina mektebê bi beşdariya malbata şehîd merasîmeke taybet hat lidarxistin.

Bavê şehîd got: “Em gelek serfiraz in. Xwedê ji hemû kesên ku keda wan di vî karî de heye razî bibe.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE