Li Mûşê ji ber barîna zêde ya berfê îro dibistan ji bo xwendekarên ku ji ciyên dûr tên hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, li bajêr şertên neyînî yên hewayê bi bandor e.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ji bo bajêr hişyariya barîna zêde ya berfê hat dayîn û lewma jî li tevahiya parêzgehê dibistan ji bo 23yê Adarê roja Çarşemê ji bo xwendekarên ku ji ciyên dûr tên hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin, ji personelê saziyên qamûyê yên astengdar û hemle ra jî îzna îdarî hat dayîn.
AA