Midûriya navenda lêkolîn û pêşxistina kariyerê kargem’ê li zanîngeha Muşê kursa çêkirina sosan vekir. kursiyer hînî çêkirina xwarinên emerîka, fransa û meksîkayê dibin…
Li Muşê, Midûriya Navenda Lêkolîn û Pêşxistina Kariyerê KARGEMê ya girêdayî Zanîngeha Alparslanê li ser çêkirina sosan kurs vekir.
Kurs bi hevkariya Federasyona Aşpêj û Pastavanên Herêma Anadola Rojhilat û Komeleya Aşpêj û Pastavanên Muşê li dar dikeve.
Aşpêjên pispor û akademîsyenên zanîngehê çêkirina xwarinên Emerîka, Fransa û Meksîkayê nîşanî kursiyeran didin.
Xwendekar bi saya vê kursê him xawrinên ji hev xweştir çêdikin, him jî di karê xwe de bi pêş dikevin.