Li navçeya xwe bû yekemîn

Hatice Kübra Apuhan di LGS’ê de serkeftineke mezin bi dest xist.

Li navçeya xwe bû yekemîn

Hatîce Kübra Apuhan di ezmûna LGS’yê de serkeftineke mezin bi dest xist. Hatîce Kübra li Şîrvanê bû yekemîn û li bajarê Sîîrtê jî ket nav 10 xwendekarên ewil ên serkeftî. Midûrê Perwerdeyê yê navçeyê çû mala wê û ew pîroz kir.

Hatîce Kübra Apuhan li Dibistana Navîn a Haskoyê ya li Şîrvana Sîîrtê xwendekar e.

Hatîce Kübra di Ezmûna LGS’yê de bi ser ket û li navçeya Şîrvanê bû yekemîn.

Kübra li bajarê Sîîrtê jî ket nav 10 xwendekarên ewil ên serkeftî.

Midûrê Perwerdeyê yê navçeyê Barış Kezer çû mala Hatîceyê û ew pîroz kir.

Hatîceyê him xwend him jî çû ber heywanan. Ew bi vî awayî li navçeyê bû yekemîn.

Xwendekara serkeftî dibêje ger îmkanên keçikan hebin ew ê gelekî di warê perwerdeyê de bi ser bikevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE