Li navçeyên Mêrdînê yên ser sînor dibistan ji bo 2 rojan hatin tetîlkirin

Walîtiya Mêrdînê daxuyand Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn dewam dike.

Li navçeyên Mêrdînê yên ser sînor dibistan ji bo 2 rojan hatin tetîlkirin

Li Nîsêbina navçeya Mêrdînê di hemû dibistananan da, li navçeyên Artuklu û Kiziltepeyê jî li dibistanên nêzîkî sînor 2 roj navber hat dayîn.

Walîtiya Mêrdînê daxuyand Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn dewam dike.

Walîtiyê got ji ber herekatê li giştiyê Nisêbînê û li navçeyên Artuklu û Kiziltepeyê jî li cihên nêzîkî sînor 156 dibistanan di navbera 17-18ê Cotmehê da hatine tetîlkirin.

Hat gotin navê dibistanan ji hêla qaymeqamtiyan, Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr û Midûriyên Perwerdeya Neteweyî yên navçeyê va hatine eşkerekirin.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Cotmeh 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE