Li pêşdibistanan malzemeyên darîn

Qeymeqamiya Pervariyê ji bo zarokan malzeme û pêlîstokên darîn dan çêkirin.

Li pêşdibistanan malzemeyên darîn

Ji bo zarok ji malzemeyên kîmyewî dûr bin qeymeqamiya Pervariyê projeya malzemeyên darîn da destpêkirin. Li pêşdibistanan di şûna malzeme û pêlîstokên plastîk û kîmyewî de malzemeyên ji daran hatin çêkirin.

Ji ber ku Malzemeyên plastîk bi petrolê tên çêkirin zirarê dide zarokan. Qeymeqamiya Pervariya Siirtê jî ji bo zirar negihêje zarokan ji bo pêşdibistanan projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de pêlîstok û hemû malzemeyên pêşdibistanan bi yên darîn re hatin guherandin.

Qeymeqamê Pervariyê Aziz Kayabaşı got, ‘Em li atolyeya qeymeqamiyê ne. Li vê derê armanca me ev e ku em li dibistanên xwe li gorî perwerdeya montessoriyê malzemeyan bidin çêkirin. Ji bo zarok ji malzemeyên kîmyewî û bizirar dûr bibin em jî berhemên darîn çêdikin.’

Malzeme û pêlîstokên ji bo zarokên biçûk, li atolyeyên qeymeqamiyê tên çêkirin. Mamoste û zarokan ji pêlîstokên xwe yên nû gelek hez kirin.

Di çarçoveya projeya Montessoriyê de me hemû malzemeyên xwe bi yên darîn re guherandin. Em zarokên xwe ji malzemeyên kîmyewî û plastîk dûr dikin. Pêlîstokên me hemû ji daran hatine çêkirin.

Bi saya vê projeyê wê zirarên kîmyewî negihêjin zarokên biçûk.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE