Li Batmanê Mamosteyê Matematîkê yê dibistaneke taybet, ligel dersên ku li dibistanê dide, li ser youtubê jî vîdeoyên dersan diweşîne. Bi saya wî bi hezaran xwendekar hînî matematîkê dibin.
Mamosteyê matematîkê Baqî Özmen li Batmanê, li dibistaneke taybet dersê dide.
Lê Mamoste Baqî dixwaze xwe bigihîne hemû xwendekaran.
Ji bo vê yekê li hemberî kamerayê jî dersê vedibêje.
Bi saya projeya wî xwendekarên ku nikarin herin fêrgehan an jî dersa taybet bigrin hînî matematîkê dibin.