Li Şirnexê ji ber berfê û qeşagirtinê li navend û 2 navçeyan navber dan xwendinê.
Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê de hat destnîşankirin li navend digel navçeyên Uludere û Bêtşebabê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê tedbîr hatine sitendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber berfê û qeşagirtinê 17ê çileyê roja duşembê li dibistanên seretayî û navendî dê tatîl be.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê hîndekarî û perwerde bi rêya perwerdeya jidûr ve bê kirin, herwiha personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam jî dê weke bi îzna îdarê bên hesêb.
AA