Li Tetwana Bilîsê keçika 7 salî Fatma Yaren bi nexweşiyeke di mejî de ket. Ji ber nexweşiyê nikaribû xeber bida û bi rê ve biçûya. Lê bi xêra perwerdeya taybet niha him dipeyîve, him jî bi serê xwe dimeşe.
Him reqaman nas dike, him herfan dixwîne, him jî bi serê xwe dimeşe.
Keçika 7 salî Fatma Yaren bi nexweşiyeke di mejî de ket.
keçika biçûk heta 6 saliya xwe nikaribû xeber bide û bimeşiya.
Li navendeke taybet Fatmayê salek perwerdehiyê dît.
Piştî salekê niha him dikarin xeber bide, him jî dikare bi serê xwe bimeşe.
Mamosteyên perwerdeya taybet dibêjin ku bila malbatên zarokên nexweş guh nedin xelqê û zarokên xwe ji bo perwerdeyê bînin cem wan.
Dayik û bavê Fatmayê ji ber rewşa keçika xwe gelek kêfxweş in û dixwazin ku malbatên din jî wekî wan bikin.