Li Tirkiyeyê zanîngehên jinan dê bên avakirin

Li gorî Plana Pêşketinê ya Yanzdehemîn ku yekemîn plana pêşketinê ya Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye, li Tirkiyeyê bi lêkolînkirina nimûneya Japonyayê va zanîngehên jinan ku bi tenê xwendekarên jin dê bên qebûlkirin bên avakirin.

Li Tirkiyeyê zanîngehên jinan dê bên avakirin

Li Tirkiyeyê bi lêkolînkirina nimûneya Japonyayê va zanîngehên jinan ku bi tenê xwendekarên jin dê bên qebûlkirin bên avakirin.

Plana Pêşketinê ya Yanzdehemîn ku serdema 2019-2023yan li xwe digire û yekemîn plana pêşketinê ya Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye, piştî erêkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Meclisê ra hat pêşkêşkirin.

Di bernameyê da cih dan mijarên têkildarê perwerdeyê jî. Li gorî vê, li ser bingehê wekheviya firsendê, di hemû astan da derfeta perwerdeyê dê were dabînkirin.

Di perwerdeya destpêkê ya zaroktiyê da 5 sal temen dê bikeve çarçoveya perwerdeya mecbûrî, modelên alternatîf û nerm ên perwerdeya destpêkê ya zaroktiyê dê bên çêkirin û herwiha ji bo vê yekê jî polên îlawe dê bên çêkirin.

Di serdema planê da di hemû astên perwerdeyê da perwerdeya danekî dê were destpêkirin.

Herwiha di hemû astên perwerdeyê da rêjeyên xwendinê dê bên zêdekirin û herwisa rêjeyên bêdewamiyê jî dê bên kêmkirin.

Sêwirandina avahiyên perwerdeyê dê li gorî teknolojî û şertên jîngehê be û herwiha dê ewle, ekonomîk û estetîk be û standard û qalîteya mîmariya wê jî dê bilind û zehf be.

Ji bo geşepêdana akademîk û sosyal a xwendekaran, bernameyên alîkariyê dê bên lidarxistin. Destpêk herêmên dezavantaj, dê sepana firavîna dibistanê were cîbicîkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE