Li Zanîngeha Alparslan ya Mûşê di bin banê Dibistana Meslekê ya Bilind de Beşa Aşpêjiyê vebû. Xwendekarên ewil ên beşê dest bi perwerdeya yekemîn kirin û ketin dersa ewil.
Li Zanîngeha Alparaslan a Mûşê beşên nû vedibin. Herî dawî jî beşa Aşpêjiyê hat vekirin.
Beşa di bin banê Dibistana Meslekê ya Bilind de xwendekarên xwe yên ewil girtin.
Li beşa Aşpêjiyê xwendekar ketin dersa ewil a sepandinê.
Mamosteyên pispor derbarê gelek cure xwarinan de perwerdeyê didin xwendekarên xwe.
Kesên ku beşdarî dersa ewil a sepanê bûn jî belge standin.