Li Zanîngehan perwerdeya ziman û edebiyata kurdî

Xwendekarên zimanê kurdî dixwazin tayîna wan çêbe û bibin mamoste...

Li Zanîngehan perwerdeya ziman û edebiyata kurdî

Hejmara xwendekarên ziman û edebiyata kurdî her ku diçe zêde dibe. Li gelek zanîngehan xwendekar perwerdeya ziman û edebiyata kurdî digrin. Dixwazin tayîna wan çêbe û bibin mamosteyên zimanê xwe.

Li zanîngehên herêmê, ji sala 2012an û vir ve ji bo mamostetiya ziman û wêjeya kurdî perwerde tê dayîn.

Ji bo bibin mamoste gelek ciwanî berê xwe da van zanîngehan.

Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê jî, niha 160 xwendekar di asta lîsansê de mamostetiya ziman û wêjeya kurdî dixwînin.

Mamosteyên Ziman û Wêjeya Kurdî dibêjin li zanîngehê xebatên baş tên kirin.

Lê daxwazeke ciwanan heye. Xwendekar dixwazin kadroya mamostetiyê zêdetir be û ew jî wek mamosteyê zimanê xwe xizmetê bikin.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE