Lîseya Meslek û Teknîkê ya Bilîsê wekî fabrîkaya mobîlyayê hilberînê dike. Mekteba ku ji gelek saziyan re sendelî, mase û dolaban çêdike îsal li benda cîroyeke bi qasî 3 milyon lîre ye.
Li Bilîsê lîseyek wekî fabrîkaya mobîlyayê dixebite.
Lîseya Meslek û Teknîkê tevî rêvebirî, mamoste û xwendekarên xwe ji gelek saziyan re mobîlyayên cûrbicûr çêdike.
Lîseya ku ji saziyan re sendelî, mase û dolaban çêdike li gorî par cîroya xwe 3 qat zêde kir.
Mekteba ku par cîroya wê milyonek lîre bû, îsal li benda 3 milyon lîreyan e.
Xwendekarên mektebê jî ji hilberînê pereyan qezenc dikin û piştgiriyê didin îdare û debara malbatên xwe.