Piştî şewba vîrûsa koronayê, Lîseya Mesleg û Teknîkê ya Fehim Adakê ya li Mardinê, dest bi çêkirina malzemeyên paqijiyê kir. Di laboratuvara lîseyê de di nav 7 mehan de 137 hezar lître melzeme hat hilberîn.
Lîseya Mesleg û Teknîkê ya Fehim Adakê ya li Mardinê, piştî şewba koronayê dest bi çêkirina malzemeyên paqijiyê kir.
Di laboratuvara lîseyê de mamoste û xwendekaran sabûn, deterjan û dezenfektan çêkirin.
Di nav 7 mehan de bi qasî 137 hezar lîtreyan malzemeyên paqijiyê hat hilberîn.
Lîseyê, ji van malzemeyan nêzî milyonek lîreyî pere qezenc kir. Ji van pereyan di navbera 120 û 150 lîreyan de, wek yevmiye tê dayîn xwendekaran.
Hilberîna malzemeyên paqijiyê yên xwendekaran wê heta dawiya şewbê dewam bike.