Mamoste gund bi gund geriyan û notên dersan gihandin xwendekarên

Gund bi gund geriyan û notên dersan gihandin xwendekaran

Mamoste gund bi gund geriyan û notên dersan gihandin xwendekarên

Li Muşê mamosteyên lîseya îmam xetîbê ya yayginê, biryar dan piştgiriyê bidin xwendekarên ku înterneta wan tune ye. mamosteyan notên dersan amade kirin, gund bi gund geriyan û not gihandin telebeyan.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê xwendekar ji dûr ve tên perwerdekirin. Ji bo vê jî înternet lazim e.

Mamosteyên Lîseya Îmam Xetîbê ya Yayginê di hevdîtinan de biryar dan xwendekarên ku înterneta wan tune ye jî perwerde bikin.

Mamoste gund bi gund geriyan û notên dersan gihandin xwendekarên ku înterneta wan tune ye.

Malbat û xwendekaran ji bo vê xizmetê sipasî mamosteyên xwe kirin.

Mamoste dibêjin heta ku şewba koronayê biqede û perwerdeya rûbirû dest pê bike em ê notên dersan bigihînin xwendekarên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE